Liceya nû, jiyana nû

Ji bo xwendekaran fêrgeh, bo jinan navenda jiyanê vebû

Liceya nû, jiyana nû

Li Licêya Amedê, bi hatina qeyûm re xizmetê jî dest pê kir. Qeymeqamiyê, beriya îmtıhanan ji xwendekaran re fêrgeh, ji bo jinan jî navenda jiyanê vekir

Hal û rewşa navçeya Licê, bi wezîfedarkirina qeyûmê guherî.

Ji bo pirsgirêkên navçeyê werin çareserkirin bi bûtçeya şaredariyê 62 proje ketin rewacê.

Bi destê qeyum, di 20 mehan de navçe pirr delal bû.

Qeymeqamî xwe li ciwan û zarokan jî dike xwedî.

Ji bo xwendevanan di dersan de li paş nemînin, fêrgeh û pirtûkxane hatin vekirin.

250 xwenekar bêyî ku pereyan bidin, bi alîkariya mamosteyan haziriya ezmûna unîversîteyê dikin.

Ji bo jin beşdarî çalakiyên çand û hunerê bibin projeyên taybet tên amadekirin. Li qezayê cara ewil navenda jiyana jinan hat vekirin.

Jin di kursan de him destkariyê hîn dibin, him jî li gorî kêfa xwe sporê dikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE