Hat ragihandin ku di çarçoveya pêvajoya asayîbûna navbera Tirkiye û Ermenistanê da wê nûnerên herdu welatan ji bo hevdîtina duyemîn di 24ê Sibatê da li Viyanaya paytextê Awistiryayê wê bên bal hev.
Wezareta Karên Derva daxuyanî weşand û wiha hat gotin: "Di çarçoveya pêvajoya asayîbûnê da Nûnerên Taybet ên herdu welatan Balyoz Serdar Kiliç û Alîkarê Serokê Meclisa Ermenistanê Ruben Rubinyan di 24ê Sibatê da wê li Viyanaya paytextê Awistiryayê bên bal hev û hevdîtina duyemîn bikin."
Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê yê berê Serdar Kiliç di 15ê Berfanbara 2021ê da wek Nûnerê Taybet ê Ermenistanê hatibû wezîfedarkirin.
Ji alî Ermenistanê jî Alîkarê Serokê Meclisa Ermenistanê Ruben Rubinyan ji bo pêvajoya hevdîtinên bi Tirkiyeyê ra hatibû wezîfedarkirin.
Kiliç û Rubîn civîna ewil di 14ê Rêbendanê da li Mosakovaya paytextê Rûsyayê kiribûn.AA