Lijneya Giştî ya Meclisê ji bona geşedanên li herêmê û êrîşa bêbext ya li Îdlibê gotûbêj bikin di serokatiya Mustafa Şentopê Serokê Meclisê da bi rûniştina girtî civiya.
Şentop destnîşan kir ku di civînê da Alîkarê Serokomar Fuat Oktay wê amade be û daxwaza Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar dervayî rojevê biaxivin bi cî bîne.
Di axaftinên dervayî rojevê da wê her wezîr û peyra komên partiyên siyasî 30 deqîqe biaxivin.
3 parlamenterên ku di Meclisê da komên wan tunene jî wê 5 deqîqe biaxivin.AA