Namzedê AK Partiyê yê Bajarê Mezin yê Stenbolê Bînalî Yildirim: "Vê gavê ji xeynî seknê tiştekî em bikin tuneye. Lijneya Hilbijartinê pêvajoyê îdare dike."
Yildirim nimêja înê li Tuzlayê li Mizgefta Haci Bekir Yildirim kir û peyra daxuyanî da rojnamevanan.
Bînalî Yildirim li ser pirsa der barê îtirazên hilbijartinê da wiha got: "Vê gavê ji xeynî seknê tiştekî em bikin tuneye. Lijneya Hilbijartinê pêvajoyê îdare dike."
Yildirim diyar kir her tişt gorî qanûnan dewam dike û wiha got: "Ferqa di navberê da niha ji 29 hezarî daketiye derdora 18 hezarî. Kar û bar dewam dikin. Hê gelek sandoq hene ku bên jimartin."AA