"Lijneya Kordînasyona Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê" ava bû

Bi îmzeya Serokomar Erdogan "Lijneya Kordînasyona Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê" ava bû

"Lijneya Kordînasyona Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê" ava bû

 Bi Giştînameya Serokomariyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îmze kir va Lijneya Kordînasyona Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê ava bû.

Di giştînameya ku li ser Rojnameya Fermî hat weşandin da hat gotin li Behra Marmarayê ji ber guherîna avûhewayê, zêdebûna hewaya germ, ava ku nakişe û zêdebûna azot-fosforê qirêjî û musîlaj çêbûye.

Hat bibîrxistin ji bo ev qirêjî ji holê bê rakirin di 6ê hezîranê da bi serkêşiya Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê planeke bi navê "Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê" ya ji hêla walîtî, şaredarî, akademîsyen, saziyên civakî yên sivîl û saziyên bi mijarê ra eleqedar in hatibû amadekirin û bi raya giştî ra hatibû parvekirin. 

Hat gotin ji bo ku kar û barên li gor vê planê hatinediyarkirin di dema xwe da bên temamkirin divê xebata hevpar bê kirin û ji bo vê jî bi serkêşiya Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê Lijneya Kordînasyona Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê hat avakirin.

- Beşdarvanên lijneyê

Li gor giştînameyê lijne wê ji van kes û saziyan pêk bê:

"Alîkarên wezîran yên Hawîrdor û Bajarvaniyê, Karên Navxweyî, Tenduristî, Teknolojî û Pîşesazî, Çandinî û Daristan, Gihandin û Binesaziyê, Serokatiya Parastina Neteweyî, Fermandariya Hêzên Behrê ya Tirkiyeyê, Serokê Daîreya Hîdrografî û Oşînografiyê, Waliyên Stenbol, Kocaelî, Bursa, Balikesîr, Tekirdag, Yalova, Çanakkaleyê, Serokên Akademiya Zanistên Yirkiyeyê û Navenda Lêkolîna Marmarayê ya TUBÎTAKê, Midûrê Enstîtûya Zanistên Behrê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn, Dekanê Fakulteya Zanistên Avê ya Zanîngeha Stenbolê, Serokê Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê, Şaredarên Stenbol, Kocaelî, Bursa, Balikesîr, Tekirdagê, Şaredayên 2yem ên Yalova û Çanakkaleyê, Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê, Serokên Sazûmaniyên Payebilind ên Herêmên Sanayiya Organîze, Serokê Ajansa Hawirdorê ya Tirkiyeyê, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Behrê ya IMEAKê, Serokê Yekîtiya Sanayîkarên Çêkirina Keştiyan a Tirkiyeyê, Serokê Lijneya Teknîka Zanistî ku wê di binê banê Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê da seba Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê were avakirin, Komeleya Behra Paqij (TURMEPA) û Serokên Lijneya Rêvebiriyê ya Weqfa Parastina Hawirdorê ya Tirkiyeyê (TUÇEV)"

Lijneya Kordînasyonê wê di mehê da herî kêm carekê bicive, her wiha wê li ser vexwandinê jî bicive.

Midûriya Giştî ya Rêvebiriya Hawirdorê ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê wê xizmetên sekreteryayê bimeşîne.

Di civînê da heke piraniya endaman necivin, kesên ku beşdarî civînê dibin ew ê biryaran bidin. Biryarên ku Lijneya Kordînasyonê didin, sazî û sazûmanî wê wan biryaran bisepînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE