Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ji bo ku li ser rewşa dawîn a têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bisekinin û tevdîran binirxînin bi rêya vîdeo konferansê civiya.
Di civîna ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca serokatî dike da dê li ser rewşa dawîn a têkoşîna dijî Kovîd-19ê bisekinin.
Jimarên waqieyan, rewşa bajêran, şertê lênêrîna awarte, tevdîrên ji bo Eyda Qurbanê ya nêz bûye, digel xebatên derman û aşiyê guncaniya ji bo pêvajoya normalbûnê jî dê bê nirxandin. Di civînê da dê li gor daneyên li Tirkiyeyê tevdîr bên hildan.
Wezîr Koca piştî civînê di saet 19.00ê da civîna çapemeniyê li dar bixe.
AA