Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan bêdeng in

 li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan bêdeng in.Kolanên herî qelebalix ên Vanê yên Cumhuriyet, Maraş û her wiha Meydana Beşyolê xalî man.

Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê  kuçe û kolan bêdeng in

 Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan bêdeng in.

Kolanên herî qelebalix ên Vanê yên Cumhuriyet, Maraş û her wiha Meydana Beşyolê xalî man.

Ekîbên polês û zabiteyan kargehên divê girtî bin û yên ku servîsa pakêtan dikin kontrol kirin.

Ekîbên polêsan li deverên cuda yên bajêr xalên sepanê danîn û pabendbûna sînordarkirinê kontrol dikin.

Her wisa li Muş, Bitlis û Hakkariyê jî ber sînordarkirina derketina derva, kuçe û kolan xalî man.

Di roja ewil a salê da ji ber ku welatî pabendî sînordarkirinê bûn, bajêr bêdeng bûn û her wiha hêzên ewlekariyê jî kontrolên xwe pêk anîn.

Ekîbên ku belgeyên welatiyên derketin derva kontrol kirin, ceza li ajokar û kesên ku pabendî sînordarkirinê nebûn, birîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE