Lîsteya DEAŞ û El Qaîdeyê hat rojanekirin

Biryara Serokomariyê ya der barê rojanekirina lîsteya kesên ku eleqeya wan bi rêxistinên terorê El Qaîde û DEAŞ re heye di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Lîsteya DEAŞ û El Qaîdeyê hat rojanekirin

Biryara Serokomariyê ya der barê rojanekirina lîsteya kesên ku eleqeya wan bi rêxistinên terorê El Qaîde û DEAŞ re heye di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî heke navê kes, sazî an jî organîzyonekê di lîsteyê de hebe dest didin li ser mal û pereyê wan.

Li gor vê biryarê Lijneya Wezîran jî di 30ê Îlona 2013an de biryar da ku ev yeka bê kirin. Di pêveka biryarê ya lijneyê de bi navê "Kesên Rasteqîn ên ku Eleqeya Wan bi DEAŞ û El Qaîdeyê re Hene" lîsteyek hatibû belavkirin.

Di vê lîsteyê da navê "Myrna Ajîjul Mabanza" û "Abdulpatta Escalon Abubakar" lê hat zêdekirin.

Di heman lîsteyê da navê "Ayyub Bashîr" û agahiyên saziya "Al-Nusrah Front For The People Of The Levant" jî hatin rojanekirin.

 

 

AA 

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2018, 12:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE