Liv û tevgera li ber sînor dewam dike

4 helîkopterên Emerîka û Tirkiyê çûn Tel Ebyad û Rasuleynê

Liv û tevgera li ber sînor dewam dike

Pevajoya herêma ewle ya ku wê li Bakurê Sûriyê bi saya Emerîka û Tirkiyeyê bê avakirin dewam dike. Li navçeya Akçakaleya Rihayê jî liv û tevgera leşkerî dewam dike. 4 helîkopterên Emerîka û Tirkiyê derbasî alîyê Sûriyê bûn.

Li gorî planê wê li bakurê Sûriyê herêma ewle bê avakirin. Li ser vê meselê xebatên Emerîka û Tirkiyê dewam dikin.

Liv û tevgera xebatên lijneyên leşkerî yên Tirkiye û Emerîkayê li Akçakaleya Rihayê dewam dikin.

2 yên emerîkayê 2 jî yên Tirkiyê bi tevahî 4 helîkopter daketin Akçakaleyê.

Pişt re helîkopter dîsa rabûn û ji sînor derbas bûn.

Pêşî çûn Tel Ebyadê paşê jî Rasuleynê.

Navênda Tevgerê ya hevpar a Emerîka û Tirkiyê li Akçakaleyê ye.

Dîroka nûkirinê: 05 îlon 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE