Lêkolîna li ser bihîstina Pisîka Wanê

Li gor encamê hat tesbîkirin ku Pisîka Wanê heta dengên kêm jî dibihîze.

Lêkolîna li ser bihîstina Pisîka Wanê

Li gor encama lêkolîna ku ji hêla Navenda Lêkolîna Pisîkan ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) hat kirin, pisîkên Wanê ji sedî 86 dibihîzin. 

Navenda Lêkolîna Pisîkan ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê (ZYY) li ser taybetiya bihîstina Pisîka Wanê lêkolînek kir. Lêkolîna li ser 300 pisîkan hat kirin qasî 6 sala dewam kir û encam eşkere bû. 

Li gor encamê hat tesbîkirin ku Pisîka Wanê heta dengên kêm jî dibihîze. 

 "Pisîka Wanê dibihîze"

Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî li ser mijarê daxuyanî da û wiha got: "Heta niha li ser bihîstina Pisîka Wanê gelek tişt digotin. Lê derket holê ku pisîkên me gelekî baş dibihîzin. Bi saya vê lêkolînê ev hat tesbîtkirin."

Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Abdullah Kaya jî got ku wan bi kedeke mezin lêkolîna xwe ya li ser pisîkan temam kir. 

Kaya diyar kir ku wan li ser 300 pisîkan xebat kir û wiha axivî:

"Xebata me qasî 6 salan dewam kir. Heta niha di destê me tu daneyên zanistî nebûn. Me di encama lêkolînê da tesbît kir ku ji sedî 86 dibihîzin. Ew îdiayên ku digotin 'pisîkên Wanê nabihîzin' bi saya vê lêkolînê ji holê rabû. Pisîkên Wanê di desîbeldeya sifirê da jî sedî 63 bihîst. Yanî dengên kêm jî dibihîzin. Me ev îspat kir."

AA

Şîrove Bike
ŞÎROVE
Rohat ararat
Rohat ararat - 2 hafta Berî

Gelek Xweşik in

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE