Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ji ber lêpirsîna bûyerên Kobaniyê tevî Pervîn Buldana Hevseroka Giştî ya HDPyê û cîgirserokên koma Meclisê der barê 9 parlamenterên HDPyê da fezleke amade kir.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê piştî ku îdianameya hevserokên giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav da ji bona 108 şikbarî hat amadekirin qebûl kir, ji ber bûyerên Kobaniyê yên di 6-7-8ê Cotmeha 2014an da ji bona parlamenterên endamên Lijneya Rêvebiriyê ya Navendî ya HDPyê xebatên amadekirina fezlekeyê dest pê kirin.
Ji ber vê jî der barê Hevseroka Giştî ya HDPyê û Parlamentera Stenbolê Pervîn Buldanê, Cîgirserokên Koma HDPyê Meral Daniş Beştaş û Hakki Saruhan Oluç, Parlamenterê Diyarbekirê Garo Paylan, Parlamentera Stenbolê Huda Kayayê, Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî, Parlamentera Mêrdînê Pero Dundarê, Parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulanê û Parlamentera Îzmirê Serpîl Kemalbay Pekgozeguyê da li gor benda 83yemîn ya Destûra Bingehîn ji bona rakirina parêzbendiyê fezleke hat amadekirin.
Navên navborî ji ber bûyerên terorê yên Kobaniyê ku 37 kes hatin kuştin û li tevahiya Tirkiyeyê qewimîn wek bi sifetê "teşwîqkar" cî digirin.
AA