Lêpirsîna ByLockê:ji bo 29 şikbaran biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna dijî FETOyê der barê 29 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn, 18 şikbar hatin derdestkirin

Lêpirsîna ByLockê:ji bo 29 şikbaran biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê meşandin da bi îdiaya ku ByLocka bernameya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) emilandine der barê 29 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê xebatên li ser şikbarên hat tesbîtkirin ByLocka bernameya peyaman a FETOyê bi kar anîne didomîne.

Di vê çarçoveyê da ji bo 29 kesên tê îdiakirin bername bi kar anîne biryara binçavkirinê hat dayîn.

Piştî biryara binçavkirinê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Stenbolê li 6 bajaran operasyon kirin û di operasyonê da li Stenbolê 14, li bajarên din 4 kes bi tevahî 18 şikbar binçav kirin û birin ewlekariyê.

Xebatên ji bo derdestkirina şikbarên din hê dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE