Lêpirsîna daxuyaniya hin amîralên teqawîdbûyî: Di çarçoveya lêpirsînê da biryarên binçavkirinê

Li gor agahiyan tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Îstanbulê li ser biryara Serdozgeriyê dest bi xebatan kir.

Lêpirsîna daxuyaniya hin amîralên teqawîdbûyî: Di çarçoveya lêpirsînê da biryarên binçavkirinê

Di çarçoveya lêpirsîna daxuyaniya hin amîralên teqawîdbûyî ya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê tê meşandin da ji 10 şikbaran jê 6 kes li Îstanbulê hatin girtin.

Li gor agahiyan tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Îstanbulê  li ser biryara Serdozgeriyê dest bi xebatan kir.

Amîralên teqawîdbûyî Alaettin Sevîm, Ramazan Cem Gurdeniz, Nadîr Hakan Eraydin, Bulent Olcay, Kadîr Sagdiç û Turker Erturk li navnîşanên xwe yên Îstanbulê hatin binçavkirin.

Kar û barên şikbaran li Midûriya Ewlehiya Îstanbulê dewam dike.

Amîral Engîn Baykal, Cemîl Şukru Bozoglu, Mustafa Ozbey û Atîlla Kiyatên li Îstanbulê dijîn û ji ber ku temenê wan mezin e der barê wan da biryara binçavkirinê nehat dayîn, lê ji bo ku ew îfadeyê bidin teblîxat li wan hat kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE