Di encama lêpirsîna ku ji hêla Serdozheriya Komarê ya Îstanbulê va tê kirin da yek jê firarî, 6 jê girtî der barê 8 gumanbaran da îdianame hat amadekirin û doz hat vekirin
Di îdianameyê da tê xwestin ku ji ber sûcên "eşkerekirina agahiyên ku divê ji bo ewlehî û berjewendiyên siyasî yên dewletê yên ku divê veşartî bimînin" û "îfşakirina agahî û belgeyên der barê fealiyeta îstixbaratê" cezaya hepsê bidin gumanbaran
Serdozgeriya Komarê ya Îstanbulê der barê îfşakirina agahiyên nasnameya mensûbê MÎTê yê şehîd da lêpirsînê temam kir û yek jê firarî, 6 jê girtî ji bo 8 gumanbraran doza kamuyê vekir.
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îstanbulê li ser giliya Serokatiya MÎTê der barê îfşakirina fealiyet û mensûbên MÎTê da da destpêkirinhat temamkirin.
Di encama lêpirsînê da yek jê firarî, 6 jê girtî der heqê 8 gumanbaran da îdianame hat amadekirin û doza kamuyê hat vekirin.
Di îdianameyê da hat xwestin ku ji ber sûcên "eşkerekirina agahiyên ku divê ji bo ewlehî û berjewendiyên siyasî yên dewletê yên ku divê veşartî bimînin" û "îfşakirina agahî û belgeyên der barê fealiyeta îstixbaratê" cezaya hepsê bidin gumanbaran.
AA