Lêpirsîna dijî DEAŞê: ji bo 10 kesî biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna dijî DEAŞê da bo 10 kesî biryara binçavkirinê hat dayîn

Lêpirsîna dijî DEAŞê: ji bo 10 kesî biryara binçavkirinê

Di çarçoveya lêpirsîna ku Ankara navend li 3 bajaran dijî DEAŞa rêxistina terorê tê birêvebirin da ji bo 10 gumanbarên biyanî biryara binçavkirinê hat derxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di daxuyaniya weşand da ragihand ji bo endamên rêxistinê yên ku bi navê "kefele" alîkariyê didin kesên xizmên wan ên DEAŞî li Iraq û Sûriyeyê di şer da mirine bên tespîtkirin, xebat didomin û bi vê armancê xebatên şopandin û teknîkî hatin kirin.

Hat gotin ku li ser gilî û îfadeya şahidekî veşarî derket holê ku endamekî rêxistinê yê biyanî ji alî endamên rêxistinê va hat kuştin û 10 kesên biyanî yên tevlî bûyerê bûbûn jî hatin tespîtkirin û bo binçavkirina wan jî li 3 bajaran biryara binçavkirinê hat dayîn. 

Ekîbên Midûriyeta Şaxa TEMê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Ankarayê jî ji bo qefaltina bersûcan xebatên xwe didomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE