Di lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da ji bona 74 gumanbarî biryara binçavkirinê hat derxistin.
Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê xebatên xwe yên dijî endamên FETOyê didomîne.
Di lêpirsîna dijî endamên FETOyê yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da ji bona 74 gumanbarî biryara binçavkirinê hat derxistin û navend Stenbol ekîbên Fermandariya Cendirmeyan ya Stenbolê li 30 bajarî operasyon dan destpêkirin.