Lêpirsîna dijî FETOyê: Di nav cendirmeyan da ji bo 100 kesî biryara binçavkirinê

Di lêpirsîna dijî FETOyê ya di nav cendirmeyan da ji bo 100 kesî biryara binçavkirinê

Lêpirsîna dijî FETOyê: Di nav cendirmeyan da ji bo 100 kesî biryara binçavkirinê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li ser "sazîbûna mehrem" a Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) ya li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da ji bo 100 şikbarên li 40 bajarî biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat diyarkirin ku di encama xebatên deşîfrekirina endamên FETOyê yên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da der heqê 100 kesên hat tesbîtkirin "îmamên mehrem" ên sazîbûna li Fermandariya Giştî ya Cedirmeyan in da lêpirsîn hat destpêkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr navend Enqere li 40 bajaran operasyonên hemdem kirin û 43 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE