- Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna sazûmaniya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nav Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da li 28 bajaran der heqê 76 gumanbaran da biryara binçavkirinê da.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat gotin ku bi saya xebatên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê va endamên FETOyê yên di nav cendirmeyan da hatin tespîtkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da der barê 3 jê berbazên berê ku hatibûn avêtin û 73 jî xwendekarên eskerî da lêpirsîn dest pê kir.
Ji bo qefaltina gumanbaran Enqere navend li 28 bajaran operasyonên dest pê kiribûn dewam dikin.
AA