Li pêşiya Zanîngeha Bogazîçiyê ji ber ku wêneyê Kebeyê raxistibûn erdê lêpirsîn dest pê kir û 4 kesên hatibûn binçavkirin piştî muameleyên li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin.
Şaxa Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber wêneyê Kebeyê li pêşiya Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû raxistin ji ber sûcê "li nirxên baweriya olî yên hin kesan heqaret kirinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê da D.D, S.N.B, H.K. û S.C.U'yê duh ji alî hêzên ewlehiyê va hatibûn binçavkirin sewqî ewlekariyê kirin.
Gumanbarên binçavkirî ji bo kontrola sihetê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa û ji wê derê jî sewqî Edliyeya Çaglayanê kirin.
Li gor agahiyên hatin hildan ji bo qefaltina 2 gumanbarên din jî xebat didomin.AA