Lêpirsîna kumpasa li dijî MÎT’ê

Serdozgeriya Komarê ya Îstanbulê derbarê 34 bersûcan de îdianame amade kir

Lêpirsîna kumpasa li dijî MÎT’ê

Serdozgeriya Komarê ya Îstanbulê lêpirsîna xwe ya li ser kûmpasa 7ê sibatê ya li dijî MÎT’ê ku feto’yê li dar xistibû, temam kir û îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de bal hat kişandin ku feto’yê ji bo mît’ê bi dest bixe xwestiye musteşar hakan fîdan binçav bike. Bersûcê yekemîn yê kûmpasê serkêşê feto’yê ye û ji bo serkêşê rêxistina terorî fetullah gülen cezayê heta hetayê hat xwestin.

7ê Sibata 2012an bû…

FETÖ’yê Saziya Îstixbaratê wek hedefeke stratejîk diyar kir.

Ji bo MÎT’ê bi dest bixe kûmpasek amade kir.

Ji bo îfadeyê bangî Musteşarê MÎT’ê Hakan Fidan, rêvebirên MÎT’ê Afet Güneş û Emre Taner kirin.

Ew roj Serok Recep Tayyip Erdogan yanî serokwezîrê wê heyamê jî wê emeliyat bûbûya.

Plana xayîn xuya bû.

Hakan Fidan ji bo îfadeyê nehat şandin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna xwe ya derbarê kumpasa FETÖ’yê ya li ser MÎT’ê de qedand.

154 rûpel îdianame hat amadekirin.

Bersûcê yekemîn serîkêşê FETÖ’yê Fetullah Gûlen e.

Midûrê berê yê ewlekariyê Ali Fuat Yilmazer jî di nav bersûcan de ye.

Bi tevahî 34 bersûc bi îxlalkirina makezagonê tên sûcdarkirin.

Ji bo bersûcan cizayê hepsê yê heta hetayê hat xwestin.

Di îdianameyê de hûrgiliyên pêvajoya kumpasê yek bi yek hatin eşkerekirin.

Hat tespîtkirin ku endamên rêxistinê rasterast ji Gûlen talîmat girtine.

Her wiha diyar bû ku qaşo rêvebirên rêxistinê çûne Pensîlvanyayê.

Armanca kumpasa FETÖ’yê di îdianameyê de bi zelalî hat gotin.

ÎDDIANAMEYA KUMPASA MÎT’Ê YA 7Ê SIBATÊ

“Fetö’yê xwest teşkîlata saloxgeriyê ya neteweyî mît bi dest bixe. Xwestin hakan fidan binçav bikin û Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan bi zorê îstifa bike. Armanca wan xistina hikûmetê bû. Ji bo ku Serokwezîr Erdoğan hinek dereng ket ameliyatê, plana kumpasê xira bû û rê li ber planê hat girtin.”

Recep Tayyip Erdogan wek Serokwezîrê Hikûmeta 61emîn û Serokomar doz vekir.

Her wiha wezîrên hikûmeta 61emîn, Serokê MÎT’ê Hakan Fidan, Afet Gûneş û Emre Taner jî doz li rêxistinê vekirin.

Îdianameya ku di 11ê Sibatê de hat amadekirin hat şandin Dadgeha Cizayên Giran.

Ger îdianame were qebûlkirin di rojên pêş me de darizandin wê dest pê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE