Lêpirsîna li ser diziya wesayîtan: ji bo 49 gumanbaran biryara binçavkirinê

Di operasyona polêsên ji wan ra dibêjin Yunis jî piştevanî dan û ji bo binçavkirina 49 gumanbaran biryar hat dayîn.

Lêpirsîna li ser diziya wesayîtan:  ji bo 49 gumanbaran biryara binçavkirinê

 Adana navend li 13 bajaran di çarçoveya lêpirsîna wesayît dizînê da ji bo 49 gumanbaran biryara binçavkirinê hat derxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Adanayê birêva dibe da ekîbên Şaxa Dizîna Wesayîtan a Midûriyeta Şaxa Asayîşa Midûriyeta Ewlehiyê ya Adanayê li hemberî rêxistina ku hat tespîtkirin wesayîtan didizin, Adana navend li 13 bajaran dest bi operasyonê kir.

Di operasyona polêsên ji wan ra dibêjin Yunis jî piştevanî dan û ji bo binçavkirina 49 gumanbaran biryar hat dayîn.

Hin gumanbarên di çarçoveya operasyonê da hatin binçavkirin ji bo kontrola sihetê birin Şaxa Tipa Edlî ya Adanayê û ji wir jî birin midûriyeta ewlehiyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE