Lêpirsîna li ser sazîbûna FETOyê ya li Hêzên Behrê û Ewlekariya Peravê

Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna dijî sazîbûna li fermandariyên Hêzên Peravê û Hêzên Behrê ya Rêxistina Terorê ya Fetulahî da ji bo 13ê wan li ser wezîfeyê 31 kesî da biryara binçavkirinê da.

Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin ku der heqê 31 kesên hat tesbîtkirin bi îmamên mehrem ên rêxistinê ra têkilî danîne, îfadeyên dibêjin ev endamên rêxistinê ne hene da lêpirsîn dan destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo 3 serdar, serpelek, teymenek, 7 binefser, çawîşekî pispor ên li ser wezîfeyê û 13 eskerên payebilind ên hatibûn îxrackirin û 5 îmamên mehrem biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Ankarayê li 8 bajaran karên binçavkirinê didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE