Di çarçoveya lêpirsîna ser şewata daristanê ya li Heybelîadayê da gumanbarê ku hat binçavkirin, hat girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, duh li texma Rêya Aşiqan a li Heybelîadayê agir bi daristanê ket û li ser şewatê lêpirsîn dan destpêkirin û gumanbarê ku di çarçoveya lêpirsînê da hat binçavkirin, li ewlehiyê karê wî kuta bû.
Gumanbar S.D. şandin Edlyeya Giravan.
Piştî jêpirsîna li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Adalarê kirin û biryara girtina wî hat dayîn.
Hat gotin ku li gumanbar S.D. li dozgeriyê îfade daye û sûcdariyên der heqê xwe da qebûl nekiriye.
AA