Lêpirsîna Osman Kavala:12 kes hatin binçavkirin

Li İstanbulê biryara girtina 20 kesan hat dayîn...

Lêpirsîna Osman Kavala:12 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna osman kavalayê girtî de biryara binçavkirina 20 kesan hat dayîn. ji wan 12 kes hatin binçavkirin.

Ji bo binçavkirina 20 gumanbaran li 4 bajaran operasyona hevdem hat lidarxistin.

Tevî dekanê zanîngeha Bilgiyê Profesor Dixtor Turgut Tarhanli û mamosteya Unîversîteya Boğaziçiyê Profesor Dixtor Betül Tanbayê 12 kes hatin desteserkirin.

Herwiha rêvebirên Komeleya Çandê ya Anadoluyê Yiğit Ekmekçi û Ali Hakan Altinay û şêwirmenda komeleyê Çiğdem Mater jî hatin binçavkirin.

Ji bo derdestkirina 8 kesên din operasyon berdewam in.

Di operasyonê de karsaz Osman Kavala par li Balafirgeha Atatürkê ya Stenbolê hatibû binçavkirin. Ew hêj girtî ye.

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE