Lêpirsînên FETÖ’yê yên li HSK’ê

Yilmaz: Li HSK’ê derbarê hin hakim û dozgeran de lêpirsîn tê kirin

Lêpirsînên FETÖ’yê yên li HSK’ê

Li daraza edlî û îdarî 2 hezar û 483 namzedên hakim û dozgeriyê wê dest bi wezîfê bikin…

Cîgirserokê HSK’ê daxuyanî da û got li HSK’ê hin hakim û dozger hene ku derbarê wan de hêj lêpirsîn dewam dike. Di lijneya teftîşê de li ser îdiayan civîn tên kirin. Ger em delîlên giran bibînin, em dosyeyan dişînin lijneya giştî û li wir wan komtrol dikin.

Lêpirsînên li dijî rêxistina terorê FETÖ’yê bênavber dewam dikin.

Endamên FETÖ’yê yek bi yek ji sazî û lijneyên dewletê tên paqijkirin.

Lijneya Hakim û Dozgeran li ser vê mijarê bi awayekî berfireh xebatan dike.

Cîgirserokê lijneyê Mehmet Yilmaz got; li HSK’ê, hin dadger û dozger hene ku derbarê wan de hêj lêpirsîn tên kirin.

Cîgirserokê HSK’ê Mehmet Yilmaz :“ez nikarim bibêjim ku xilas bûye. bi rastî xilasbûn jî ne mimkûn e. her tim ji bo poşmaniya feal û bi riya îtirafkirinê gelek kes tên. naverokên wan ên bylockê tên deşîfrekirin. hin kes jî ji bo van sedeman tên. hin kes jî bi riya îxbarê tên. her tim xebat heye.”

Li ser delîlên girîng jî bi taybetî lêkolîn tê kirin.

Heta îro nêzî 4 hezar hakim û dozger ji ber FETÖ’ê hatin îxraçkirin.

Li şûna kesên îxraçkirî, demildest hakim û dozgerên nû tên tayînkirin.

Di daraza edlî û îdarî de tayînkirinên nû jî wê di 16ê Cotmehê de bê kirin.

Li daraza edlî hezar û 957 kes, li daraza îdarî jî 126 namzedên dadger û dozgeriyê, piştî pişkê, dê li cihên xwe yên nû bên wezîfedarkirin.

Her wiha 400 kesên ku ji parêzeriyê derbasî hakimiyê hatine kirin, jî wê dest bi wezîfê bikin.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 16:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE