Dengdêr dikarin heta 17ê Çileyê, saet 17:00an kontrol bikin
Lîsteyên dengdêran ên hilbijartina herêmî ya 31ê adarê, wê sibê bên rakirin.
Li gorî taqwîma YSK’ê, lîsteyên hilbijêran, di 4ê Çileyê de li muxtariyan hatin daliqandin.
Dengdêr dikarin heta 17ê Çileyê roja pêncşemê, seat 5ê êvarê listeyan kontrol bikin.
Di vê hilbijartinê de ji bo dengdêrên nexweş an jî astengdar, sindoqên seyyar wê hebin. Lê belê divê serî li muxtariyan bidin. Ji bo serlêdanê roja dawî sibê ye.