Lîsteya hilbijêran hat daliqandin

Bernameya LHBê ya ku ji bo hilbijartina rêvebiriyên herêmî ya wê di 31ê Adarê da bê kirin amade kiriye li ser qewlê xwe dimeşe.

Lîsteya hilbijêran hat daliqandin

Welatî wê di 31ê Adara 2019an de herin ser sindoqê.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kar û barên hilbijartina herêmî li gorî bernameyê bi rê ve dibe. 

Di vê hilbijartinê de xwendekar wê karibin li bajarên ku lê dimînin, deng bidin.

Ji bo vê; divê xwendekar belgeyên ku ji dibistan û midûriya wargehan bistînin, bidin midûriya nûfusê ya wî bajarî.

Nexweş û astengdarên ku nikarin herin ser sindoqan jî dikarin di sindoqên seyyar de deng bidin. Ji bo vê divê xizmên wan heta 17ê Çileyê serî li muxtariya taxa xwe bidin.

Kesê serî lê de, dê karibe dengê xwe li mala xwe bide.

Ji bo kesên nabînin an jî nikarin bimeşin jî li qata herî jêr a dibistanan dê sindoq were danîn. Ew ê karibin wekî kesên ji 75 salî û mezintir bi alîkariya xizmekî xwe di van sindoqan de deng bidin.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE