Lîstika nû ya FETÖ’yê

Ji bo endamên xwe bixin kamûyê amadehiyan dikin...

Lîstika nû ya FETÖ’yê

Hat diyarkirin ku rêxistina terorî FETÖ, li şûna endamên ku piştî pêvajoya 17 û 25ê kanûnê ji kar hatine avêtin, kesên nû amade dike. Navenda wê edene li 8 bajaran operasyon hat kirin. Di operasyonê de 2 ji wan polîs 10 kes hatin girtin.

Rêxistina terorî FETÖ, dixwaze dîsa di dewletê de bi cih bibe.

Ewlekariyê, plana xayîn a rêxistina terorî eşkere kir.

Ewlekariya Edenê tespît kir ku rêxistina terorî FETÖ, dewsa endamên xwe yên ku ji kamûyê hatine îxrackirin, hin endamên nû amade dike.

Li ser vê li 8 bajaran operasyon hat kirin.

2 polîs, 2 pisporên dahatê û xebatkarekî şaredariyê jî tê de 10 kes hatin girtin.

Ji bersûcên ku sewqî mehkemeyê bûn 3 hatin girtin, yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan

Di lêpirsînê de rê û rêbazên rêxistinê jî eşkere bûn.

Li gorî wê, kesên ku wê di dewletê de bên bicihkirin, bi hesasî hatin diyarkirin

Bi taybetî jî heta îro kesên ku navê wan di lêpirsînekê de derbas nabûne û Bylock bi kar neanîne hatin neqandin.

Kesên ku li malên rêxistinê kom dibûn, ji bo bikevin KPSS’ê dixebitîn.

Lêpirsîn, li gorî îfadeyên bersûcan bi berfirehî dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE