LÎstikên Olîmpiyatê ya 2020 Tokyoyê

Di roja 11î ya Lîstikên Olîmpiyata 2020 Tokyoyê da Ramîl Guliyevê atletê netewî derkete nîvefînalê.

LÎstikên Olîmpiyatê ya 2020 Tokyoyê

Di Lîstikên Olîmpiyata Havînê ya 32yan a li Tokyoya paytextê Japonyayê tê lidarxistin da pêşbaziyên atletîzmê dewam dikin.

Di roja 11î ya Lîstikên Olîmpiyata 2020 Tokyoyê da Ramîl Guliyevê atletê netewî derkete nîvefînalê.

Ramîl Guliyevê şampiyonê dinyayê di reva 200 mêtroyî da kete rêza duduyan û heqê nîvefnalê qezenc kir.

Di roja 11î ya 2020 Tokyoyê da Eda Tugsuza atleta neteweyî di cirîtê da derkete fînalê. Tugsuzê di Koma Byê da têkoşîn dida.

Di heman rojê da Yasmanî Copello Escobar di reva mêran a astengkirî ya 400 mêtroyî da kete rêza 6an.

Yasmanî Copello rev di 47.81 kêliyî da temam kir û bi vê demê va rekora xwe ya Tirkiyeyê carekî dîsa derbas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE