Lîstikvanê navdar Cuneyt Arkin wefat kir

Lîstikvanê navdar Cuneyt Arkin wefat kir

 Lîstikvanê navdar ê Yeşîlçamê Cuneyt Arkin li nexweşxaneya ku rakiribûnê di 85 saliya xwe da wefat kir.

Cuneyt Arkinê mohra xwe li sînemaya Tirkiyeyê xistiye nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin Arkin li nexweşxaneyê wefat kir.

Lîstikvanê navê wî yê rastîn Fahrettîn Cureklîbatir e, di sala 1937an da li Eskîşehirê hat dinyayê.

Di sala 196an da bi Guler Mocanê ra zewicî û qîza wî Fîlîz hate dinyayê.

Arkin cara duyem jî di 1970ê da bi Betûl Işilê ra zewicî û ji vê zewacê jî du kurên wî Murat û Kaan çêbûn.

Arkin dev ji karê xwe yê doxtoriyê berda û di sala 1963yan da dest bi lîstikvaniyê kir.

Arkin di gelek fîlman da lîst û gelek jî xelat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE