Lîstikvana navdar Fatma Gîrîkê wefat kir

Gîrîk li Stenbolê di Lîv Hospîtal Ulusa ku tedawî dibû da di 79 saliya xwe da wefat kir.

Lîstikvana navdar Fatma Gîrîkê wefat kir

Lîstikvana navdar a Yeşîlçamê Fatma Gîrîk li Stenbolê di Lîv Hospîtal Ulusa ku tedawî dibû da di 79 saliya xwe da wefat kir.

Şaredarê Şîşliyê Muammer Keskîn di hesabê xwe yê medyaya civakî da li ser wefata Gîrîkê daxuyanî da û wiha got, "Fatma Gîrîka ku seba Yeşîlçamê û seba Şîşliya me pir bi qîmet e, wefat kir. Dema ku min serokatiya navçeyê dikir, ew jî Şaredara me ya Şîşliyê bû. Wê demê ez serbilind bûm ku pê ra dixebitîm. Ez pir xemgîn im."

Lîstikvana navdar di 12ê Berfanbara 1942yan da li Stenbolê hat dinyayê. Di sala 1957an da bi navê fîlma "Leke"yê dest bi lîstikvaniya sînemayê kir û bi qasî 180 fîlman da leyîst.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE