M. Emîn Saraçê alimê hedîs, tefsîr û fiqhê hat definkirin

Ji bo Muhammed Emîn Saraçê alimê hedîs, tefsîr û fiqhê li Mizgefta Fatîhê merasima cinaze hat lidarxistin

M. Emîn Saraçê alimê hedîs, tefsîr û fiqhê hat definkirin

Ji alimên hedîs, tefsîr û fiqhê yên sereke yên Tirkiyeyê Muhammed Emîn Saraç li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin di 92 saliya xwe da wefat kir û hat definkirin.

Saraçê ku ji alimên dawîn ên Osmaniyan e, 65 salan li Mizgefta Fatîhê dersên tefsîr, hedîs û fiqihê dan, bi qasî nav welêt li dervayî welêt jî bi sedan telebe perwerde kirin. Li mala wî ya li Atîkaliya Fatîhê lê hat helalkirin. Cinazeyê Saraç piştî ku Qurana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin, eqreba, xwendekar û hezjêkerên wî ketin binê darbesta wî û anîn Mizgefta Fatîhê.

Welatiyan li ber mizgeftê serxweşî dan Serokê YOKê Prof. Dr. Yekta Saraç û Fatîh Saraçê karsaz ku kurên Saraç in û xwendekarên wî jî li hewşa mizgeftê Qurana Pîroz xwendin. 

Mustafa Demirkanê mela ku xilamiyê Emîn Saraç e, nimêj da kirin û eqrebayên Saraç, Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu, Serokê Meclisê yê berê Îsmaîl Kahraman, Cîgirserokê Meclisê Celal Adan, Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê, Cîgirserokê Grûba ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, ji serokwezîrên berê Parlamenterê Îzmirê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, wezîrên berê Faruk Çelîk, Veysel Eroglu, Çagatay Kiliç, Bekir Bozdag, Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci, Serokê Bajarê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak, hin parlamenter, şaredarên navçeyan û xwendekarên Saraç nimêja Saraç kir.

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ji bo merhûm dia kir û helalî xwest.

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêjê axivî û diyar kir ku ew Muhammed Emîn Saraç Xoce hê ji salên dibistana îmam xetîbê nas dike.

Erdogan diyar kir, wî ji wê demê û heta vê axiriyê çiqas wextê didît, ew diçû ziyareta Saraç û wiha dewam kir, "Min di van ziyaretan da jî jê pir pir îstifade kir. Înşellah Rebbê min me bi navê Lîva'ul hemd ê Hebîbê xwe va di binê senceqa wî navî da ligel wî heşr û cem bike. Me ew weke muhaddîsekî, mifessîrekî baş nas kir. Hemd ji Xwedê ra ku me ew ji nêz va nas kir."

Serok Erdogan jî ket binê darbesta Muhammed Emîn Saraç û cinaze li Hazîreya Mizgefta Fatîhê hat definkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE