"Ma me dijî kesên ku êrîşî beqaya me kirin şer nekir? "

Erdogan li Meydana Walîtiyê di mitînga AK Partiyê ya Eskîşehirê da axivî.

"Ma me dijî kesên ku êrîşî beqaya me kirin şer nekir? "

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku di bin banê Zanîngeha Anadoluyê da wê Navenda Gihandina Sîstema Rêhesinê ya Navneteweyî û Testê bê avakirin. 

Erdogan li Meydana Walîtiyê di mitînga AK Partiyê ya Eskîşehirê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir ku di bin banê Zanîngeha Anadoluyê da wê Navenda Gihandina Sîstema Rêhesinê ya Navneteweyî û Testê bê avakirin. 

Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser gotinên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê yên der barê bendavên li Hatayê da û wiha peyivî: "7 bendav hene, ji vana me 6 hebên wê çêkirin. Lê mêrik derewkar e. Heman tişt ji bo Eskîşehirê jî wisa ye, bendav li holê ne. Ji bo vê jî bibêje 'derew'. Tu dê carekî bibêjî du caran bibêjî wekî Diravên Manê li wir jî bikevî darazê." 

Serok Erdogan diyarkirin ku li Sûriyeyê di wê korîdora terorê da dijî kî şer kirine û wiha dewam kir: "Ma me dijî kesên ku êrîşî beqaya me kirin şer nekir? 

Erdogan destnîşan kir motora firokeyê ya di hêza 2 hezar bergirî ya ewil a Tirkiyeyê teslîmî TUSAŞê kirine û got ku dê 236 heb bên çêkirin û di firokeyên me da bên bikaranîn. 

Serok Erdogan bi berdewamiya xeberdana xwe da eşkere kir ku ji bo binesaziya testa motora jeta neteweyî veberhênana 95,5 milyon dolarî gihandin merheleya xîmdanînê.

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE