Maîde Toremîş Aktaşa ku qîza wê li Almanyayê bi destê PKKyê hat revandin qala nobeta xwe kir

Maîde Toremîş Aktaş: "Ji malbatan ra dibêjin zarokê we ji bo çend rojan çû û wê were, bi vî awayî wan dixapînin. Paşê dibêjin li Iraq û Sûriyeyê ye heke hûn rabin ser piya wê demê çavê we cinazê wan jî nakeve."

Maîde Toremîş Aktaşa ku qîza wê li Almanyayê bi destê PKKyê hat revandin qala nobeta xwe kir

Maîde Toremîş Aktaşa qîza wê ji hêla PKKya rêxistina terorê va hat revandin û li Berlîna paytextê Almanyayê bo ewlada xwe nobetê dabû destpêkirin got: "Piştî ku qîza min hat revandin dinya li min tarî bû."

Nûçegihanê AAyê bi Aktaşê ra hevdîtin kir û wê got ku qîza wê Nîlûferê di 12ê Mijdara 2019an da jê ra gote "ez diçim mektebê" ji malê çû û careke din jê tu xeber nehat.

Aktaşê diyar kir ku qîza wê yeka di dersên xwe da jîr û jêhatî bû û li Berlînê piştî ku çû komeleyeke bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar bû hat xapandin, dersên wê nebaş bûn û wan jî dibistana wê guhert lê qîza wê beşdarî çalakiyên heman komeleyê dibû û têkiliya xwe bi wan ra didomand.

Di axaftina xwe da Aktaşê qala ku zarokên wan çawa ji wan tên qetandin û tevlî rêxistinê tên kirin jî kir û got: "Ewilî bi wan ra hevaltiyê dikin. Qursên wek folklor, saz û ziman vedikin bi wî awayî nêzî zarokan dibin. Wê derê wek cihê çandê nîşan didin lê di rastiyê da wisa nîne. Bi tenê armanca wan ew e ku zarokan bixapînin û bişînin serê çiyê tevlî PKKê bikin. Mixabin gelek Kurdên li wê derê hê jî fehm nekirine ku armanca vana çand nîne ew dixwazin bo PKKyê merivan bixapînin. Ewilî wan dibin ger û seyranê xwe bi wan didin hezkirin, bawerî çêdibe. Taybetiyên wan ên xurt û qels tespît dikin bi wan ra hevaltiyê dikin. Çawa ku kêmasiyê dibînin êdî ji wê hêlê va nav bi wan didin û wan dixapînin."

- Hişyarî da malbatan

Maîde Toremîş Aktaşê got ku ji bo xwe bigihêjîne qîza xwe bi dehan cara bi rêvebirên komeleya ku qîza wê diçû ra axivî lê tu encamek bi dest nexist û wiha domand:

"Ez çûm cem wan ji min ra gotin, 'Hela bisekine, tevliheviyê çêneke. Keça te yê were...' Bi hestên malbatan dilîzin. Pêşiyê dibêjin 'Bisekinin zarokên we ji bo çend rojan çûn, ew ê werin.' Çend roj derbas dibin diçî dipirsî dîsa tiştek tune. Dibêjin 'Em ê zarokên we ra têkiliyê daynin. Ew ê were were...' Piştî ku zarok derbasî aliyê di dibin jî dibêjin 'kulfeta we li niha li Iraqê ye, li Sûriyeyê ye an jî li felan derê ye. Heke hûn di ciyê xwe da nesekinin hûnê miriyê ewlada xwe jî nebûnin.' Malbat çi dikin? Dibêjin bira nemre, cinazeyê ewladê xwe nebînim, dengê xwe dibire. Pirî malbat çûyîna zarokên xwe nabêjin jî. Hêvî dikin ku rojekê ewladê wan paşda were, dosyeya wî nehatibe vekirin, têkiliya wî bi rêxistinê çênebe wekî ku qet tevlî PKKyê nebibe. Yanê ji bo ku jiyana xwe ya normal bidomîne."

Aktaşê bangî malbatan kir ku ji bo ewladên xwe bi destê rêxistina terorê ra bernedin bira gelekî baldar bin û hevalên zarokên xwe teqîb bikin û wiha axivî: "Piştî ku qîza min hat revandin dinya di serê min da xirab bû. Bi taybetî dê û bavê zarokên di heyama kamilbûnê da bira baldar bin û ji wan ra zêde hêrs nekevin."

- Plan dike bi dayikên Diyarbekirê ra were ba hev

Aktaşê got ji bo dîtina qîza xwe kampanyaya îmzeyê da destpêkirin, kesî zêde eleqe nîşan nedayê, meqamên Almanyayê hevdîtina 10 deqîqeyî jî qebûl nakin.

Aktaşê got di vê pêvajoyê da piştgiriya herî zêde ji Tirkiyeyê dît, di dema ziyareta Almanyayê da bi Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ra axivî, piştî hat Tirkiyeyê jî bi Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî ra hat ba hev.

Aktaşê wiha xerberda: "Wezîrê Karên Navxweyî ji min ra got ku piştgiriya tam dide, ew ê vê mijarê teqîb bike, çi destê wî bê yê bike. Got ew ê hemû îmkanên dewletê bi kar bîne ku min bigihîne ewlada min. Vê ez hinekî rihet kirim."

Maîde Toremîş Aktaşê got plan dike ku dawiya hefteyê bi dayikên Diyarbekirê ra were ba hev.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE