Maîde T.ya keça wê hat revandin wê li Almanyayê dozê li PKKya rêxistina terorê veke

Maîde T.yê tîşortekî ku wêneyê qîza wê li serê bû li xwe kir û li pêşiya Meclisa Federal çalakî kir.

Maîde T.ya keça wê hat revandin wê li Almanyayê dozê li PKKya rêxistina terorê veke

Maîde T.ya dayika Nîlufer T.yê ku li Almanyayê ji hêla PKKya rêxistina terorê va hat revandin diyar kir ku ewê li rêxistina terorê gilî bike û dewê li wan veke.

Maîde T.yê tîşortekî ku wêneyê qîza wê li serê bû li xwe kir û li pêşiya Meclisa Federal çalakî kir.

Ji bo rojnamegeran Maîde T.yê daxuyanî da û got ku ew ji meha mijdarê vir va ji bo vegera qîza xwe hewl dide û wiha pê da çû: "Heke hefteyeke din jî ji qîza min tu xeber neyê ezê li rêxistina terorê û komeleya ku di renavdina qîza min da navbeynkariyê kiriye dozê vekim û dewadarê wan bim. Ez ê bêjim ew komeleyên ku li Almanyayê di bin navê Kurd da tên damezrandin ji PKKyê ra mirovan peyda dikin. Bila komeleyên wiha bên girtin. Ya ji destê min bê ezê bikim û heta ku derê bikaribim ez ê biçim."

Maîde T.yê destnîşan kir ku bi tu awayî ew nikare bi qîza xwe ra têkiliyê dayne û wiha domand: "Ez li bendê me ku bi qîza xwe ra awayekî be jî têkiliyê daynim. Çima qet dengek dernakeve. Ew ewladê min e, ked û kezeba min e. Min ew di nav hêsîrî û feqîriyê da mezin kir. Ez nahêlim ku ew ewlada min li hemberî min bi kar bînin û ji bo vê jî destûrê nadim."

Dayika bi derd û keder ragihand ku ji bo siyasetmedarên Alman hay pê hebin ew hat pêşiya meclisê û ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Horst Seehofer jî alîkarî xwest.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE