Madenên di bin axa Hakkariyê da tên lêkolînkirin

Midûriyeta Teknolojî û Sanayiyê ya Hekariyê di vê çarçoveyê da projeyeke fizibîlîteyê amade kirin...

Madenên di bin axa Hakkariyê da tên lêkolînkirin

Li Hekariyê ji bo ditîna madenên li herêmê ku werin lêkolînkirin xebat dan destpêkirin. 

Midûriyeta Teknolojî û Sanayiyê ya Hekariyê di vê çarçoveyê da projeyeke fizibîlîteyê amade kirin. 

Di çarçoveya projeyê da Serokê Koma Xebata Çînkoyê Prof. Dr. Huseyîn Oztur û Hîndekarê Beşa Jeolojiyê yê Fakulteya Cerahpaşaya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Nurullah Hanîlîçî hatin Hekariyê.

Her du hîndekar bi Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik ra hatin balhev û piştra çûn gundê Uzumluyê tesîseke madene ya taybet ziyaret kir û li herêmê hin lêkolîn kirin.

Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku herêma Hekariyê ji hêla kanên madenê va bajerekî dewlemende û wiha axivî:

"Niha li bajêr tesîseke madenê heye. Madenê ku li vê derê tê derxistin axlêbe îxracê Îranê dikin. Ev made li Îranê tê helandin û piştra tê Tirkiyeyê. Em vê madenê erzan difiroşine dewletên derva. Ji ber vê divê em bi xwe tesîsên xwe avabikin û li vî karî bikin. Hingê îstixdama li herêmê jî wê zede bibe. Avakirina van tesîsan ji bo aboriya bajêr jî wê gelekî baş be. Em di vê çarçoveyê da niha ji zanîngehan bi lêkolîner û nûnerên sektorê taybet re tên bal hev. Niha ji van hin hîndekar li ser vê meseleyê li eraziyê ne û lêkolînan dikin."

Prof. Dr. Huseyîn Ozturk jî got ku li herêma Hekariyê herî zêde madenê çînkoyê cî digire û wiha axivî:

"Îro li Tirkiyeyê qasî 900 hezar ton çînko tê derxistin. Bi tenê 100 hezar tonê wê li Hekariyê tê derxistin. Madenê li vê derê tê derxistin, li gor herêmên din pariyek mezintir û zêdetir e. Ji vir heta Şirnexê qasî 110 kîlometreyê cî kanên madenê hene."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE