Mahmutpaşa mîna berê tijî nîne

Piştî vîrûsê ji bo danûstandina cihêzan êdî kes zêde naçe Mahmutpaşayê

Mahmutpaşa mîna berê tijî nîne

Yên Îstanbulê nas dikin baş dizanin ku Mahmutpaşaya Eminönüyê cihê danûstandina dawetan û cihêzê ye. Bûk û zava eşyayen xwe bi giştî ji derê dikirin. Lê îsal ew tevgerdariya salên borî tune. Lewra hinek kes ji ber vîrûsê newêrin biçin cihên qerebalix, hinek jî êdî ji ser înternetê danûstandinê dikin.

Mahmutpaşa, Navenda danûstandina dawetan e.

Bûk û zava her sal li Sikakên Mahmutpaşa Eminönüyê ji bo haziriya cihêzê dikan dikan digerin û danûstandina daweta xwe dikin.

Lê ji ber vîrûsa koronayê rewşa li Mahmutpaşayê mîna berê nîne.

Esnaf dibêjin xelk ji ber vîrûsê newêrin werin.

Sedemeke din jî kêmbûna turîstên ereb e.

Ji aliyê din ve ciwan êdî ji ser înternetê jî danûstandina daweta xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE