Ciwanê Hakkariyî ku bi kar û barê teknolojiyê re mijûl dibe maketeke balafira şer f35ê çêkir. Ciwanê ku beriya niha jî dron çêkiribû ji bo maketa xwe ya nû bifirîne li benda alîkariyê ye.
Hişê wî her tim li ser teknolojiyê ye. Bi destên xwe berhemên teknolojiyê çêdike û diceribîne.
Beriya niha jî dronek û firokeyeke maket çêkiribû û firandibû.
Savaş Tatliyê 22 salî yê Hakkariyî niha jî maketeke balafira şer F35ê çêkir.
Her roj 8 saetan li ser kompîtirê derheqê vê balafirê de lêkolînê dike. Niha li benda alîkariyê ye û dixwaze vê maketê jî bifirîne.