Makîneya dezenfektanê çêkirin

Makîne ji aliyê endezyarên neteweyî ve hat çêkirin.

Makîneya dezenfektanê çêkirin

Piştî ku vîrûsa koronayê li Turkiyeyê jî derket holê, mirov û fîrmayan eleqeyeke mezin nîşanî dezenfektekirinê da. ji ber vê jî, fîrmayeke enqereyê makîneya dezenfekteyê ya ku mirovan ji vîrûsa koronayê diparêzê çêkir.

Li Ankarayê li dijî vîrûsa koronayê kabîna dezenfektanê çêkirin.

Ev cihaz dema ku mirov tê re derbas dibin dezenfektanê davêje ser wî û wî ji vîrûsê diparêzê.

Endezyaran behsa vê makîneyê kirin û gotin ev makîne bi teknolojiya nano û tîtanyûmê hatiye çêkirin.

“ev cîhaz a dezenfeksîyonê ye. di nav 2 çirkan de ji serê mirov heta linga mirovan dezenfekte dike. tankên ku dikevin şûnê jî hene û otomatîk dezenfekte dike. ev makîne li cihê kamû û civakî tê bikrananîn.”

Serokê lijneya rêvberiyê ya fîrmayê Metîn Sarikaya jî got ev makîne hemû, ji aliyê endezyarên neteweyî ve hatiyê çêkirin û em difroşin 18 welatan.

“ev der cihê me yê ar-ge’yê ye. em difroşin nêzî 18 welatan. em û endezyarên xwe fikirîn û me makîneyeke wisa çêkir. piştî şewba koronayê em zêde dixebitin û rojê 18 makîneyan çêdikin. gelek welat niha sîparîşên xwe dane û em ber van sîparîşanan re nagihînin. ev cîhaza me dezenfekteyê nêzî 60 – 75 çirkan li ser laşê mirovan dihêle û ev yek jî tenê li ba me ye.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE