Qesra Mihemed Ağa 300 sal berê li Cizreyê hat avakirin. Ev qesra dîrokî ji aliyê şaredariya Cizreyê ji nû ve hat restorekirin. Piştî restorekirinê evder bû mala dengbêjan û dengbêj li vê derê dicivin û distirên.
Li Qesra Mihemed axayê Cizîrî dengê dengbêjan bilin dibe.
Ev qesra dîrokî 300 sal berê li cizîra botan hatîye avakirin.
Qesra dîrokî ji alîyê şaredarîya Cizreyê hat restorekirin û navê wê bû mala dengbêjan…
Dengbêj li vê qesrê tên bal hev û kevneşopiya hezar salan didomînînin..
Kesên dibin mêvanê "Mala Dengbêjan" guh didin kilamên ji hev xweştir.
Armanca dengbêjan ewe ku ev çand winda nebe û bi sedan salên din dewam bike.