Mala mezatê ya Îngiliz wê şeş portreyên padîşahên Osmanî bifiroşe

Ji bo seriya ku ji portreyên Orhan Gazî, Bayezidê 1em, Îsa Çelebî, Mehmedê 1em, Selîmê 1em û Selîmê 2yem pêk tê, di navbera 800 hezar û milyonek û 200 hezar sterlîn da pere tê xwestin.

Mala mezatê ya Îngiliz wê şeş portreyên padîşahên Osmanî bifiroşe

 Christie'sa mala mezatê ya Îngiliz wê portreyên şeş padîşahên Osmanî bifiroşe.

Li gor daxuyaniya ku ji Christie'sê hat dayîn, mezat wê di 28ê cotmehê da were kirin.

Ji bo seriya ku ji portreyên Orhan Gazî, Bayezidê 1em, Îsa Çelebî, Mehmedê 1em, Selîmê 1em û Selîmê 2yem pêk tê, di navbera 800 hezar û milyonek û 200 hezar sterlîn da pere tê xwestin.

Portre ji salên 1600î mane û bi teşwîqa Sokullu Mehmet Paşayê Sadrazamê Osmanî (1506-1579) di 1579an da li Venedîkê ji ber seta orîjînal hat kopîkirin.

Çêkirina portreyan di rêbendana 1579an da dest pê kir, di meha îlonê da ji Stenbolê ra hatin şandin. Ji ber şêwaza çêkirina portreyan tê texmînkirin ku Veronese bixwe an jî di binê çavdêriya wî da hatine çêkirin, lê li ser tu portreyî îmzeya wî tuneye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE