Rahîme Cana ku li Qosera Mêrdînê dijî mala xwe kiriye wekî atolyeyekê. jina 32 salî him karê mala xwe dike, him jî portreyên xweşik xêz dike û difiroşe.
Pêşî karê mala xwe dike, dûv re radije pênûs û kaxiz û portreyên ji hev delaltir çêdike.
Rahîme Cana ku li Qosera Mêrdînê dijî, di zarokatiya xwe de dest bi çêkirina risman kiriye û ji bo xêzkirina portreyan perwerdeyeke taybet nedîtiye.
Rahîmeya 32 salî portreyên wisa delal xêz dike ku kesên dibînin heyrî dihêle.
Diya 2 zarokan bi çêkirina portreyan him hunera xwe bi pêş ve dibe, him jî alîkariyê dide debara mala xwe.