Dernakeve derve û bi hunerê re mijûl dibe. Ömer Marhan, li Tatvanê dijî. Ev çend sal in li mala xwe berhemên hunerî çêdike.
Ömer Marhan li Tatvana Bitlisê dijî, dibêje ez naxwazim derkevim derve.
Marhan mala xwe kiriye hunergeh û bi keda destê xwe berhemên ji hev xweşiktir û hêjatir çêdike.
Ömer carna resman xêz dike, carna peyker û daran diqewêre.
Hunermendê jêhatî dibêje gelek kes eleqe nîşanî berhemên wî didin û ji xwe re dikirin.