Mala zanînê ya Mûşê

Di betlaneya somestrê de xwendekar berê xwe didin virê

Mala zanînê ya Mûşê

Şaredariya Mûşê, par li taxa Muratpaşayê mala zanînê vekir. Li mala zanînê ji bo xwendekaran înternet û pirtûkxane hene. Di betlaneya nav salê de gelek xwendekar serê sibê radibin û berê xwe didin wir.

Xwendekarên Mûşî, di betlaneya nîvsalê de serê sibê zû radibin û berê xwe didin Mala Zanînê.

Li mala zanînê ji bo xwendekaran kompîtir, înternet û pirtûkxane hene.

Şaredarê Mûşê Feyat Asya hat mala zanînê û bi zarokan re sohbet kir.

Zarok dikarin li vir dersên xwe bikin û spartekên xwe binivîsin.

Belediye dil dike li bajêr 2 cihên din ên wisa veke.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 11:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE