Malbat ji Çemê Batmanê xilas kir

Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê malbatek hinek ma di çêm da bixeniqiya û bi alîkariya welatiyekî guhê wî nabihîze ji avê hat derxistin...

Malbat ji Çemê Batmanê xilas kir

 Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê malbatek hinek ma di çêm da bixeniqiya û bi alîkariya welatiyekî guhê wî nabihîze ji avê hat derxistin.

Li tanga Pireya Malabadiyê ya li Sîlvana navçeya Diyarbekirê malbatek çû seyranê, nigê merivekî şiqitî û bi dergûşa li hembêza xwe ra ket çêm. Jina wî dît ku mêrê wê û dergûşa wê bi ro da diçin jî xwe avête avê.

Hayrettîn Atîzê guhên wî nabihîzin ê li gundê Malabadiyê dijî dît ku malbat dixebite ji avê derkete bi alîkariya kesên li dorberê va malbat ji ava çêm derxist.

Welatiyekî dîmenên dema malbat ji avê derdixistin bi têlefona xwe kişand.

"Ji bo ku aliyê malbatê kir zehf kêfxweş bûm"

Atîzê bavê 4 zarokan bi zimanê îşaretê va ji nuçegihanê AAyê ra qala bûyerê kir û diyar kir ku di nav avê da nigê mêrik şiqitî bi zaroka li hembêza xwe ra ket avê, paşê jinikê jî xwe avête nav avê.

Atîz destnîşan kir ku li ser vê kete avê pêşiyê zarok xilas kir paşê bi alîkariya kesên li wê derê va jinik û mêrik ji avê derxistin û wiha pê da çû: "Ez gelekî nêzî wan bûm. Ez bi kincên xwe ketim avê. Paşê ji min ra sipas kirin. Ji ku aliyê malbatê kir zehf kêfxweş bûm."

Kasim Turanê mixtarê gundê Malabadiyê jî diyar kir ku gelek kes Pireya Malabadiyê ya dîrokî ziyaret dikin bi taybetî li vê derê qerebalixî çêdibe.

Turan got bihîst ku malbateke li tanga piyên pireyê seyranê dike ketiye avê û wiha pê da çû: "Atîz gelekî baş sobaniyê dike. Sobaniya wî gelekî serkeftî ye. Kesên li wê derê demildest revîne ku alîkariyê bidin. Bi hewla Atîz va malbat ji avê derxistine."

Turan bi bîr xist ku li Çemê Batmanê gelek caran meriv dixeniqin, carcaran jî ava çêm bilind ibe û wiha axivî: Em ji rayedaran dixwazin ku bira li dijî bûyerên wiha tevdîran hildin. Ji bo midaxeleya birodaçûyînê dikarin îstasyonekî ava bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE