Li Colemêrgê malbatên ku rêxistina terorî pkk`ê zarokên wan revandine ev 15 hefte ne ku nobedê digirin. 12 malbat li ber avahiya hdp’ê dewa zarokên xwe dikin.
Rêxistina terorî PKK`ê yan zarokên wan revandin, yan jî xizm û nasên wan xapandin û birin.
Malbatên Colemêrgî ev 15 hefte ne ku li ber avahiya HDPyê ji bo zarok û nasên xwe nobedê digirin.
Vê heftê malbateke din jî tevli çalakiyê bû û hejmara malbatan bû 12.
Malbat bi alayên Tirkiyê meşiyan, li dijî rêxistina terorî slogan hildan.
Ji bo ku denge malbatan neyê bihîstin ji avahiya HDPyê muzîk hat lêxistin.