Malbata Bayyud a Filistînî navê Ayasofyayê li keçika xwe ya ku di 11ê tîrmehê da hat dinê kir û mizgefta Ayasofyayê heman rojê ji îbadetê ra hatibû vekirin.
Bav Hesen Bayyud li mala xwe ya li taxa Kefr Aqabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku Ayasofya wek mizgeft ji îbadetê ra hat vekirin di serî da ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo gelê gelên Tirkiye û Filistînê "bila bi xêr be".
Bayyud behs kir ku wek malbat ji ber ku Ayasofya ji îbadetê ra hat vekirin kêfxweş in û wiha axivî: "Me jî wek rûdana vê kêfxweşiyê navê Ayasofyayê li keçika xwe ya nû hat dinê kir. Hemd ji Xwedê ra."
Bayyud got "Îhyakirina Ayasofyayê mizgîniya azadiya Mescîdê Eqsa, axa me û hemû misilmanên dinyayê ye." û diyar kir ku bila keça wî "bi navê xwe mezin bibe" û hêvî dike ku bibe mirovekî xûypak.
Bayyud got "Xwedê wê bike kesekê xûypakan, paqij û hafizên Qur'ana Pîroz."
Bayyud got dixwaze ku bi keça xwe ra Ayasofyayê ziyaret bike û destnîşan kir ku gelekî ji Tirkiye û gelê Tirkiyeyê hez dike.
Bayyud li ser çapemeniya civakî ragihand ku navê Ayasofyayê li keçika xwe kiriye li ser vê yekê bûyerê di çapemeniya herêmî û navneteweyî da gelekî cî girt.AA