Malbata Temizel li Mûşê dijî. Kebaniya malê ji bo mal û malbata xwe xîreteke mezin dide. Lewra zilam û 5 zarokên wê ji qelbê nexweş in. di erdhejê de jî zirar li mala wan ketiye. malbata hewcedar niha ji xêrxwaz û rayedaran alîkariyê dixwaze.
Zennûre Temizel tevî zilamê wê 5 zarokên wan jî ji qelbê xwe nexweş in.
Malbat li Kirköya Mûşê dijî û di erdhejê de zirar li mala wan ket.
Ji ber derman û tedawîkirina zarokan rewşa malbatê ne xweş e.
Malbat ligel hemû desttengiyê, li bajarên wek Enqere, Erzirom û Elezîz zarokên xwe dibin nexweşxaneyan.
Malbat niha ji xêrxwaz û rayedaran dixwaze ku ji bo mala wan bibin alîkar.
Zarok jî hêvî dikin ku malake wan hebe û rehet bijîn…