Malbata ji Hakkariyê ji bo zarokên xwe odeya mêvanan vegerande polê

Li malbata Şînê ya li Taxa Cumhuriyetê dijî 3yê wan mamoste, yekê wan doxtor 4 xuşk û birayan biryar dan ku zarokên wan di pêvajoya Kovîd-19ê da ji dersên xwe nemînin odeyekê amade bikin.

Malbata ji Hakkariyê ji bo zarokên xwe odeya mêvanan vegerande polê

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 3yê wan mamoste, yekê wan doxtor 4 xuşk û bira ji bo zarokên wan ji perwerdeyê dûr nemînin odeya mêvanan vegerandin pola dersê.

Li malbata Şînê ya li Taxa Cumhuriyetê dijî 3yê wan mamoste, yekê wan doxtor 4 xuşk û birayan biryar dan ku zarokên wan di pêvajoya Kovîd-19ê da ji dersên xwe nemînin odeyekê amade bikin.

Ahmet Şînê mamosteyê agahiyên civakî yê Dibistana Navîn a Walî Erdogan Gurbuz odeya mêvanan a mala xwe ji bo zarokan vegerande polê.

9 xwendekarên ji heman malbatê li odeya wekî dersxaneyê bi navbeynkariya EBAyê dersê dibînin û bi alîkariya mamosteyên eqrebeyên xwe ji bo ezmûnan amadehiyan dikin.

-"Em her roj wekî etûdê li ber zarokan disekinin"

Şînê mamoste destnîşan kir ku di malbatê da doxtorek û 3 mamoste hene, ji bo vê seba tesîra nexweşiyê kêm bikin xebitîn.

Şîn got mamosteyên ji malbatê ji bo zarokan pêşîkêşî kirin û wiha pê da çû:

"Hema bêje her roj wekî etûdê em li ber zarokan disekinin. Em pirsên zarok, bira û xuşkên xwe dibersivînin. Dema mijarê nizanibin jî bi vîdeoyan alîkariyê didin wan. Hedefa hemûyan mezin e. Em ji dûr va jî perwerdeyê didin xwendekarên xwe yên din. Hetanî ji destê me tê em alîkariyê didin wan. Li vê derê 9 xwendekar hene. Hemûyên wan ji malbata me ne, zarokên min û yên xuşk û birayên min in. Hêviya me ew e ku di demeke kin da nexweşî xilas bibe zarokên me dîsa herin xwendingehên xwe."

Enes Akinê xwendekarê pola 12an ê ji bo ezmûna zanîngehê amadehiyan dike jî wiha axivî: "Em xêncî dersên xwendingehê ji bo ezmûnan jî amadehiyan dikin. Li vê derê rewşeke wekî ya dersxaneyê heye. Hemû xalên min ji branşên cuda mamoste ne. Dema lazim bike alîkariyê didin me. Ji ber ku ev îmkana dan me ez sipasdar im."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE