Malbata ku piştî 6 salan gihîşt kurê xwe yê ji çiyê vegeriya li ber HDPyê govend girt

Dayik Emîne Ustek: "Ez pir kêfxweş im, pir şa bûm. Înşallah ew dayikên din ên ji bo ewladên xwe rondikan dirêjin jî wê bigîhîjin ewladên xwe."

Malbata ku piştî 6 salan gihîşt kurê xwe yê ji çiyê vegeriya li ber HDPyê govend girt

Li Şirnexê malbatên mexdûrên terorê ji ber ku Metîn Ustek hefta borî teslîmî hêzên ewlehiyê bû û piştî 6 salan gihîşt malbata xwe teslîmbûyîna wî li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê bi def û zirneyê pîroz kirin û govend girtin.

Jinên Şirnexî yên ku terorîstên PKKyî zarokên wan revandine serê çiyê û eqrebayên wan di êrîşên terorê da hatine kuştin, bi malbatên şehîd û xaziyan û endamên jin ên saziyên civaka sivîl va li ser kolana Ustegmenê Şehît Mehmet Esîn meşiyan û hatin pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.

Di destê malbatan da alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên wan ên ku revanine serê çiyê hebû û diruşmeyên "Bila PKK û tevkarê wê HDP qehir be", "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Qehir be PKK", "Kurd û Tirk bira ne, yê ku ferqê têxe nav wan qeleş in" berz kirin.

Paşê malbata Metîn Ustek û jinên Şirnexî bi hev ra li ber def û zirneyê govend girtin.

- "Ez pir kêfxweş im"

Dayik Emîne Usteka gihîştiye kurê xwe gelekî kêfxweş bû û ji ber keda wan spasiya her kesî kir.

Ustekê got êdî kurê wî hatiye û wiha axivî: "Ez spasiya jinên li vir, hêzên ewlehiyê dikim, Xwedê ji wan razî be. Ez pir kêfxweş im, pir şa bûm. Înşallah ew dayikên din ên ji bo ewladên xwe rondikan dirêjin jî wê bigîhîjin ewladên xwe."

Ustekê bangî ewladên serê çiyê kir ku ew bên teslîm bin.

- "Ez silavê ji malbatên li Diyarbekirê ra dişînim "

Bav Omer Ustek jî got piştî 6 salan ew gihîştin kurê xwe û wiha axivî: "Ez di serî da Serokomarê me, Wezîrê me yê Karên Navxweyî, hêzên ewlehiyê û jinên li vir spasiya her kesî dikim. Ez silavê ji malbatên li Diyarbekirê yên nobeda ewladan digirin ra dişînim. Înşallah ew jî bigîhîjin ewladên xwe."

Aycan Bîlîra jina şehîdekî jî got ew ji bo piştgiriyê bidin malbatan hatiye û hêvî dike malbatên din jî bigîhîjin zarokên xwe.

Seroka Komeleya Jinin Ronahiyê Belavî Dahatûyê Dikin Hatîce Atanê jî got di 10ê îlonê da saleke çalakiya wan wê biqede û ew li Qendîlê ra meydanê dixwînin û ji bo ku dayikên din jî bigîhîjin zarokên xwe ewê têkoşîna xwe bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE